Polîtîk

Tişta ku hatî serê Kurdistanê divê neyê ji bîr kirin

       

Di destpêkê de dixwazim bi navê cenabê Serok Barzanî daxwaza lêborînê li amadevanên birêz bikim ku bi sedema zirufekî taybet ku ji bo wî hate pêş û nekarî li vê civînê de beşdar bike. Her çende gelek jî pê xweş bû beşdar bike, daxwaza lêborînê dikim ku ew nekarî beşdar bibê û ew şerefa min hebû ku nûnerayetiya birêz li vê civînê de bikim. Dûbare li gel rêz û silavên Serok Barzanî ji bo hemû aliyek.

Xweşhalim ku îro li virim li gel hejmarek kesayetiyê birêz, hez dikim bi vê yekê dest bi gotara xwe bikim. Weku kesek ji Rojhilata Navîn spasiya we bikim beramber nîşandana piştgirî û dostayetiya we ya ji bo xelkê Herêma Kurdistana Iraqê.

Em li dema dîroka xebata xwe ya li salên pêş de gihîştîn wê baweriyê ku tu bedîl û yedekek wekî piştgiriya welatê mezinên Ewrupa tûne. Ji bo wê yekê me biryar daye hemû derfetek bikarbînîn ji bo dirustkirina pêwendiya bi hêz û nêzîk li ruyê siyasî û aborî û civakiya li gel welatên Ewrupa û Encumena Parlemena Nato wekî kanalekî serekiyê li vî warî da.

Min baweriyeke tevahî heye ku em hemû li ser wê yekê kokîn ku ewê li berê li ser Herêma Kurdistanê da hatiye nabê bête ji bîr kirin, li demeke kêm zêdetir li 182 hezar Kurd bi zilam û jin û zarok li helmeta enfal hatin bê serûşûn kirin, 4500 gund li gel axê hatin hilweşandin, xelkê medenî ji aliyê rejîma Sedam ve bi awayeke raste rast bi çekên kîmyawî kirin armanc, em gelek xweşhalbuyîn ku Dadgeha Bilinda Tawanan li Iraq û Encumena Nûnerên Iraqê wan tawanên derheq bi gelê Kurdistanê hatibû kirin wekî jenosayd nasand. Lê belê pêwîste hengavên zêdetir bête avêtin û karê zêdetir bête kirin.

Li heman demî de dixwazim spasî wan hemû kes û aliyan bikim ku kar ji bo bilindkirina vê meseleyê li Encûmena Yasadanan de dikin. Daxwaz li we dikim û li heman demî de handana aliyên din didim ku li gel wan da beşdar bibin û piştgiriya wan bikin bo ku ew tawanên beramber gelê Kurd hatine encamdan li ser asta navdewletî wekî jenosayd bête nasandin. Ewê li Herêma Kurdistanê rûda tawanek bû dijî bi hemû cîhan û dijî bi mirovayetiyê, ji bo wê yekê em berdewamî spasî piştgiriyên we dikîn heta ev bîranîna xemgîn bi zîndî bimînê wekî hewlek ji bo rêgirtina li waneya ku dixwazin heman rêyî li ber bigrin û heman tawanê beramber bi mirovayetiyê dûbare bikin.

Ev civîna ku îro dihête kirin gelek girînge ku guhertinên mezin hinek li welatên Rojhilata Navîn û navçeyê pêkdihêt. Îro çend rûdawek dibînîn ku berê bi xeyala me da jî nedihat.

Li hinek cîhan de guhertin bi awayeke aştiyane rûda, lê belê li hinek cihên din rû bi rûbûnên çekdarî û tundutîjî û serkutkirin pêkhat. Me li Iraqê da hewl da rê li beşek li wan zextan bigrîn ku niha jêre dibêjin bihara Erebî û beşekî li me jî digrê bo ku Iraqa nû gelek demokrasîtire ji gelek li welatên navçeyê da. Li heman demî de em li pejirandina demokrasiyê da rû bi ruyê gelek astengan dibîn. Xelkê Iraqê demeke ne kême li jêr rejîma Be’es rizgar buye. Eve ji dibînin ku ew siyaset û hukimraniya niha heye gelek li wê nêzîke ku ew dixwazin. Me li Iraqê rû bi rûbûneke mezin li pêşe, me pirsa hebûna azadî û demokrasiyê tûne, wekî wê yekê ku me pirsa pejirandina sîstema nû û federaliyê heye. Îro Iraq rû bi ruyê sê pirsa serekî bûye ku pêwîste bête çareser kirin heta geş bike û serkeftî bibê.

Yekem: Iraq pêwîstî bi binyatnana baweriyê heye li navbera serkirde û hêzê siyasiyan, ji ber ku kultûra rejîma Be’esa berê gelek bi awayeke kûr li bîr û siyaseta serkirdeyê siyasiyê Iraqiyan de ra daye. Dengder pêwîste eve bizanin ku siyasetvan divê bi awayeke aştî û hevkarane kar bikin.

Duyem: Pêwîste Iraq sîstema federalî bi damezraweyî bike her wekî ku li destûrê da hatiye destnîşan kirin û heta radeyek desthilatekî girîng neku bê‌ sînorî xwe birêvebirin bi Herêma Federaliyan dibexşê. Kurdên Iraqê sûr bûn û sûr jî dibin li ser binyatnana welatek ku sîstemeke federal û fireh hîzbî û demokrat bê, ku mafê hemû netewe û komeleyên cudayan diparêzê li metirsiyên Hikûmeta navend. Sîstema Federalîzm û bexşîna desthilata siyasî bi Herêman rêyeke ku li Ewrupa û Bakûrê Emerîka û Asya û seranserê cîhanê tê peyrew kirin. Ji bo wê yekê tu behaneyek tûne ji bo wê yekê ku em bibêjin ev sîstem li rojhilata navîn serkeftî nabê.

Xala Dawî: Pêwîste Iraq pirsa navçeyên pirsgirêk li ser çareser bike û rêyek ji bo rastkirina wan karên çewt bigrê ber ku rejîma Be’es encam dabû. Aştî û aramî li Iraqê bi tevahî berceste nabê eger xelkê navçeyên pirsgirêk li ser derfeta biryardana xwe li ser çarenûsa xwe nebê her wekî çawa li destûr da hatiye.

Her wiha hez dikim çend têbîniyek pêşkêş bikim sebaret bi pêvajoya Herêma Kurdistanê, her wiha eve jî li ruyê siyasî û aborî rû bi rûbuneke mezin li pêş da heye. Lê belê bi hêza sîstema demokrasiya me wê baweriyê bi me dibexşê ku dikarîn rû bi ruya pêşhatan bibîn û armancên xwe bi dest bînîn.

1- Ji ber ku em demeke dirêje hukimraniya xwe dikîn û me kariye geş bikîn û berfirehiyê bi dest bînîn. Eve li demek daye ku beşên dinê Iraqê bi berdewamî azarê kişandine.

2- Em herêmekî fireh netewe û fireh olîne û me kultûrekî bi hêzê li hevdû qebulkirin û rêz li hevdû girtinê heye. Îro em berdewamîn li pêşwazîkirina hezaran koçberên mesîhî û koçberên dinê beşên dinê Iraqê û bi xweşhaliyê ve cihê hewandinê de û her hevkariyek pêşkêş dikîn û eger derfeta kar jî hebê ji bo wan dabîn dikîn.

3- Em girîngiyê bi jêderên ûze û enerjiyê didîn ku li gor destûra Iraqa Federal ew mafê me heye. Her wiha Herêma Kurdistanê xwedî jêderekî mezinê ûzeya siruştiye û ji niha de hevbeş û beşdarî bazara navdewletiya ûzeye.

4- Sîstema siyasiya me her çende sîstemekî nû pêgihiştiye, lê belê li pêgihiştin û geşbûnê da ye û em niha li qonaxa pejirandina bingeha demokrasiyanîn û me erkekî qurs li stuye ji bo bîcîhanîna wan berpirsiyariyên ku dikevê ser şanê her serkirdayetiyeke demokratê li cîhanê da.

5- Em li rêya hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên asayîş û welatiyê çav vekiriyên Herêma Kurdistanê me kariye rewşeke aram dirûst bikin. Em berdewam dibîn li ser wê rola ku heta niha me li dijî teror û tundutîjiyê ku êrîşeke rasteqîneya li ser tora pêwendiya civaka demokratiyên cîhanê de heye dibînîn.

Her wiha li rêya xebat û baweriya xwe ya bi demokrasiyê, me kariye van destkeftan bi dest bînîn:

– Li gundekî wêran û rûxayî gihîştîne dirustkirina navend û bazarên nû û park û bajarên lîstokan ji bo malbatan.

– Li aboriyekî nizm ku qazanca wê hatibû kontrol kirin ji aliyê komelekî kêm ji kesên siyasî li paytext ji bo kerta taybet û geşbûna veberhênana derekî.

– Li cîhek ku gelek sîtem bû xwendingehek bibînî, û programa xwendinê pir bû li propagande ji bo desthilat, li cîhek ku mal û jiyan têda nebû, em niha xwedî çendîn damezraweyên perwerdeyî û kerta giştî û taybetîne ku derfeta xwendinê li ser asta navdeletiya qebulkirî dabîn dike. Xelkê me niha dikare biçe li nav tora zanyariya cîhanê.

Eve veguhestina hêza azadî û demokrasiye ku li tu cîheke din cîhana nû da çîrokekî serkeftiya demokrasî wekî Herêma Kurdistanê nayê dîtin, ku kariye piştî nehametiyê gelek serî hilbide û li ser piyê xwe rabiwestê.

Li demek de Kurdan li serdemek şoreşê dikir ji bo xweparastina wan li siyaseta jenosayd ku ji aliyê dîktatoriyetê ve dihate peyrew kirin. Em ji aliyê wan welatên ku diviya me biparêzin ve hatibûn gemaro kirin û me serkut dikirin, lê belê îro bi piştgiriya demokrasî û federalîzm beşdarî li binyadnana dewletekî rasteqîne û bi hêz dikîn heta hevkariya welatiyên xwe bike ji bo bi destxistina hêvî û xewnên wan.

Serkeftina me serkeftina xebatekî dûr û dirêje. Em şanaziyeke mezin bi destkeftên xwe dikîn ku bi berdewamî me kar kiriye ji bo bi destxistina vê rojê û bi destxistina mafên xelkê Iraqê, çi wê dema ku em beşek bûn ji tevgera rizgarîxwaziyê da, û niha jî ku li hikumetê de beşdarîn.

Li dawiyê de pêwîste eve ji bîr nekîn, li demek da ku civaka navdewletî pêşwazî li bihara Erebî dikin lê belê gelek pirsiyarê nediyar heye di derbarê havîna Erebî. Çarenûsa milyonan xelk li rojhilata navîn pêwîste bi hevsengiya biryara siyasî ku tê dayîn. Bihara me pêwîstî bi nêzîkiya zêdeyê hebû heta li azar û meynetiyê derbas bibîn. Lê belê me karî xwe biparêzîn û li geşbûnê de berdewam bibîn, hêvîdarîn xelkên dinê Herêma Kurdistanê eve wekî mînakek werbigrin wekî mînakeke zîndî ku lehiya demokrasiyê dikarê jiyanekî baştir ji bo hemû xelkan dabîn bike.

Destxweşiyê li we yên birêz û endamên Encumena Parlemena Natoyê dikim di beramber hewlên we yên ji bo pejirandina aştî û demokrasî û hevdû qebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane. Herêma Kurdistanê pişgîrî li van hewlên we dike û bi pêkve paşarojeke geş li ber meye û hêvîdarîn hemahengiyên di navbera me berdewam bibê ji bo rêgirtina li sîtem û zordarî û dilniyabûn li ser berdewamî û pêşketina cîhanê li ser wê bingehê ku me kom dike.

Dûbare hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim û spasiya we dikim ku we vê derfetê bi me bexşî ku îro li vir beşdar bibîn.

Gelek spas ji bo hemû aliyek.

Back to top button