Polîtîk

Kebûdwend: Em terorîzma dewletê mehkûm dikin.

   

Hikûmetî yê rejîma Komara Îslamî de, li cînayetek terorîstî canê xwe ji dest dan. Eva di demekê de bû ku nûnerê rejîmê sax ma û tûşî tu xisarek nebû.
Ew karê cînayetkarane û hovane ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hatibû encamdan, helbet piştî wê bûyerê gelek bûyerên cînayetkarane ên din jî hatin encamdan, lê bûyera han mînakek eşkere ji terorîzma dewletî bû.

Bi bawera min û herweha di dîtingeha saziya “Berevanî ji Mafên Mirova Kurdistanê” de, terorîzm, kiryarek kor korane û ne mirovane ye û terorkirin li her cihek û bi her armanc û mebestek be, herweha ji aliyê her kesekê/î ve bihê encamdan, nahê pejirandin, û terorkirin kiryarek tawanbarane ye û bi tu awayekî nahê pejirandin û bi tewawî retkirî û mehkûm e.

Ez bixwe li ser vê baweriyê de me ku roja 22’ê Pûşperê weke roja “Serkutkirina terorîzma dewletî ji aliyê civaka sivîl ve” bihê binavkirin. Herweha di meha Pûşpera sala 1384’an a Rojî de, meşên medenî yên seraseriyên xelkê Kurdistanê jî bi awayekî dijwar û tund hatibû tepeserkirin, bi awayek ku dehan kes ji aliyê hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndar bûn, û sedan kes jî hatin destbiserkirin.

Her lewma ji xelkê Kurd li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Kurdistan, Azerbaycana Rojava, Hemedan, Luristan û Xorasana Bakûrê daxwaz dikin ku hevdeng tevî saziya “Berevanî ji Mafên Mirova Kurdistanê”, mifahwergirtin ji alavên dewletî bo teror, terorîzma dewletî û serkutkirina meşên medenî û aştîxwazane ên xelkê ji aliyê dewletê ve, mehkûm bikin.

 

Bendîxana Êwîn
6ê Pûşpera 1390a Rojî
27ê Jûena 2011a Zayînî

Back to top button