Cîhan

Li Ûkraynayê 315,000 leşkirên Rûsî Mirine

Jêderekî nêzî îstixbarata Amerîkayê ji Reutersê re ragihand ku ji ber şerê li Ûkraynayê 315,000 leşkirên Rûsya hatine kujtin û birîndar bûne.

Jêderê Amerîkî got ku rapora îstixbaratê dide zanîn ku leşkirên Rûsya yên hatine kujtin û birîndar bûne ji sedî 90 leşkirên wî welatî ne.

Jêderê Amerîkî dibêje ku raporên îstixbarata Amerîkayê nîşan didin ku Rûsya Sibata 2022an bi 360,000 leşkiran dest bi dagîrkirina Ûkraynayê kiriye.

Li gor wî jêderî ji ber windakirinên mezin yên di şerê Ûkraynayê de, Rûsya neçar maye ku şertên leşkiriyê sivik bike û sîvîlên kal bişîne Ûkraynayê.

Rapora îstixbarata Amerîka dide zanîn ku artêşa Rûsî bi 1300 maşîneyên zirxî li qada şer maye û neçar maye ku bi tankên T62 yên salên 1970’î piştgirîyê bide hêzên xwe.

Back to top button