Civak

Li Amedê parêzerekî xwe kujt

Parêzer Sîdar Omer Îçgil ê 25 salî ku li Baroya Amedê qeydkirî bû, xwe ji 11 qatî avêt jêr û dawî li jiyana xwe anî.

Evê bûyerê di Baroya Amedê xist nav şînek mezin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, bûyer li Taxa Talaytepe ya Navçeya Kayapinar a Diyarbekirê pêk hat.

Sîdar Omer Îçgil ê ku piştî xwendina hiqûqê dest bi karê parêzeriyê kir, xwe ji qata 11 an avêt xwarê û xwe kujt. 

Tê gotin ku bi Îçgîl re berî demekê pirsgirêkên derûnî dest pê kiribûn.

Back to top button