Cîhan

Ford: Wê rêvebiriya Amerîkayê terka YPG neke

Balyozê Şamê yê dawîn ê Amerîkayê Robert Ford, diyar kir ku rêvebiriya Joe Biden wê terka YPG a ku wek şirîkê xwe yê li herêmê dibîne, neke.

Ford ji bo ku beşdarî TRT World Forum 2023 bibe hat Stenbolê û li vê derê daxuyanî da çapemeniyê.

Ford di derbarê têkiliyên Amerîka û YPG de dîtinên xwe anî zimên û got: “Li gor min piştgiriya ji bo YPG wê dewam bike. Rêvebiriya Biden bi israr e ku hêzên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê bihêle û pêdiviya rêvebiriyê bi şirîkekî xwecîhî heye. Şirîkê ku 10 sal in Amerîkayî pê ra şirîkatiyê dikin jî YPG ye. Rêvebiriya Biden dizane ku Tirkiye bi vê şirîkatiyê razî nîne, lê Qesra Spî û rêvebiriya Biden wê vê helwesta xwe neguherîne”.

Back to top button