Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tifaqên siyasî!

Li Tirkiye û taybetî bakurê Kurdistanê siyaset xetimiye. Dema behsa vê yekê tê kirin mimkine hinek alî û taybetî jî aliyê Kurd xwe bi awayekî aciz dikin. Ji ber ku rojeva siyasetê li bakurê Kurdistanê û Tirkiye ji aliyê partiyên desthilat ve tê kifşkirin û aliyên din jî di vê çerçoveyê de bûyera dinirxînin. Mixabin qonaxa ku tê jiyandin de, dema aliyên Tirk bixwazin behsa pirsa kurd dikin. Wek din bi temamî çavên xwe li vê pirsa sereke girtine û ew behtir behsa hilbijartina, behsa siyaseta cîhanê û pirsgirêkên darayî dikin. Herweha li gora xwe pirsa dadê û demokrasiyê tînin rojevê.

Îro gelek vekirî Tirkiye , desthilat û muxalefet hemû bi yek çavî li PKKê dinêrin û wek rêxistinek terrorist bi nav dikin li gora vê jî siyaseta ku ji wan re pêwist rêve dibin. Ew jî ji kurda behtir dizanin ku PKK doza pirsa kurd nake. Ji bo vê jî  di rewşa îro de, tişta ku PKK dixwaze wan gelekî aciz nake. Belkî jî siyaseta PKK rêve dibe û heyina wan desthilata Tirkiye jî bi awayekî xwedî dike. Yanî herdu alî bi hev dijîn.

Hinek aliyên Tirk hewldidin ji bo potansiyela dengên Kurda li gel HDPê bi awayekî tifaqa deynin. Hinek alî jî taybetî desthilat hewldide ku Ocalan ji Îmralî bêxin rojevê û di dema hilbijartinan de feydeyekî bibînin. Ji vê pêve li Tirkiye siyaset behsa her tiştekî dike lê behsa pirsa kurd nake.Pirsa Kurd dema ji wan re pêwistbe tînin rojevê.

Mixabin li bakurê Kurdistanê tifaqek Kurdistanî di nava Kurdan de tuneye. Tifaqa ku di bin sêwana HDPê de peyda bûyî, tu daxwaziyên Kurdistanî nake û ew tifaq li gora heta niha dixweyê ,tifaqek ji bo HDPê tektîkiye û ji xwe dema baş bê nirxandin jî ne tifaqe, kombona hinek aliyan di bin sêwana HDPê de ye.

Gelek cara behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin, heta serokên hinek partiya îdia dikin ku di meha Hezîrana 2021ê de hilbijartin çêdibin.

Her ali li goira xwe hewldide tifaqa xwe berfireh bike û ya li himber têkbibe. Tê zanin di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018ê de li Tirkiye du tifaq hatin avakirin. Yek jê AKP û MHP ya din jî CHP,IYI Partî, DP û Saadet bû.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de hilbijartinên mehelî di roja 31ê Adara 2019ê pêkhatin û Tifaqa Mılet(CHPöIYI Parti) bi pişgiriya HDPê bajarên wek Stanbul, Enqere, Edene û hinek cihên din kar kirin. AK Partiyê hewlda qerta Ocalan bêxwe rojevê, lê sernekeft û hilbijerên HDPê deng dan berendamên CHPê.

Niha cardin ji bo hilbijartinên parlementoyê, Ak Partî dixwaze bi awayekî qerta Ocalan bêxwe rojevê û li hinek kurdên din platformekî ku bandorê li dengê Kurda bike ava bike.

CHP jî dixwaze bi rêya HDPê dengê Kurda bigre û ber bi desthilatdariyê ve herê.

Herdu alî jî li gora xwe di nava hinek leyiztik û plana de ne. MHP astenga herî mezin e ji bo AK Partî tişta bixwaze bike. Ji niha ve Partiya Dogu Perînçek bûye aliyek ku bandorê li siyaseta desthilatê dike. Erdogan hewl dide aliyên wek Partiya Saadetê û partiyên din ên îslamî ber bi xwe ve bîne. Heta hewldide IYI Partiyê ji Tifaqa CHPê veqetine.

Di destê CHPê de ji bilî HDP tiştek tuneye. Lê CHP dixwaze HDP li himber Qendil helwesta xwe eşkere bike  û bi çavê CHPê li Qendil binêre, eger HDP vê yekê neke CHP eşkere li gel HDPê tifaqa pêknayne, belkî wek hilbijartinên şeredariyan tifaqek nehînî pêkbînin.

Başe di vê pêvajoyê de Kurd çi dikin û gerek çi bikin.

Helwesta HDPê kifşe . Ji xwe HDP dibêje min Tifaqî çêkiriye yên dixwazin bila kerem bikin di bin sêwana min de tevlî vê tifaqê bibin. Eger aliyên ji derê vê Tifaqê tevlî bibin, ev tê wateya ku, dê bikevin di bin sêwana HDPê wek her aliyek di nava Tifaqê de bê deng dibin.

Na eger li gora prensîbên ku ew behsê dikin, yanî berjewendiyên netewî û Kurdistanî bidin pêş tu carî li gel HDPê di mercên niha de nikarin tu hevkariya bikin. Pêwiste ev alîyên derveyî Tifaqa HDPê hewl bidin platformek hevbeş Kurdistanî ava bikin. Hemû kesayet û aliyên Kurdistanî di vê platformê de bînin ba hev. Ev platforma netewî di hilbijartina de bibe xwedî helwestek Kurdistanî û tevbigere.

Çi hêza van aliyan heye, dê çend denga kom bikin ne gelekî girîng e. Ya girîng dê aliyên Kurdistanî û yên ne Kurdistanî ji hev cuda bikin. Dê aliyên berjewendiyên netewî yên berjewendiyên kesayetî dikin pîvana siyasetê ji hev bêne veqetandin û di siyasetê de avên şêlo zelel dibe.

Ya ji hemûyê girîngtir , dê herkes bizanibe ku li bakurê Kurdistanê Kurd doza mafên xwe yên netewî dikin.

Heta mafê kurda yên netewî cihbicih nebe, ne edalet û ne jî demokrasî li Tirkiye pêktê. Divê vêca Kurd bi vê yekê tê bigihin û tevgera xwe jî li gora vê rêve bibin.

26.01.2021

Analîz/N.Firat

Nerîna min :