CivakRojev

Wezareta Pêşmerge derbarê tevgera DAIŞê ya li Kurdistanî de hişyarî da

Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariya netewî li wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, derbarê tevgera DAIŞê û bihêzbûna wan a li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê hişyarî da û behsa wê yekê jî dike ku divê hemahengî li gel artêşa Iraqê bê zêde kirin.

Lîwa Babekir Feqê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Taktîkê DAIŞê guheriye û xwe dubare ji nû ve rêkxistine û bi awayê grub grub digerin. Bi taybet valatiya di xeta temasa navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de sûd jê werdigrin û piştre jî kar û çalakiyên xwe bi awayê desteyên xwekuj û revandin û çandina bombeyan dikin. DAIŞê dubare xwe birêxistin kiriye, teqînên wê dawiyê yên li Bexdayê ew rastî nîşandan. Bi taybet li sînorê navçeyên Kerkûk, Daqûq, Diyale, Xaneqîn û Mexmûrê em agahdarin û hişyariyeke nû didin derbarê egera serî rakirina wan de.’’

Herwaha got: ‘’Biryare odeya operasyonan di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dest bi kar bibe û lijneyek di navbera herdu aliyan de ango wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniya Iraqê de det bikar bibe û heta naha 3 rûniştin hatine kirin. Li gor naveroka civîna biryar bû 8 lijne bên ava kirin, lê nekete warê bicîhanînê û her axaftin li ser hatiye kirin. Ji ber wê em li benda şandeya wan in ku dest bi guftûgoyan bike bo diyar kirina cîh û ava kirina hêza hevbeş’’

Back to top button