CivakRojev

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê prosesa vaccinkirine rêve diçe

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 642 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 95 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîreta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezîreta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 135 hezar û 867 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 8 hezar û 642 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 95 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 7 hezar û 903 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 556 hezar û 837 kesan û 27 hezar û 93 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 445 hezar û 285 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Wekdin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê prosesa vaccina Koronayê rêve diçe. Heta niha kesên karmendên tenduristiyê û yên li 75 sali re hatine vaccinkirin. Îri jî kesên ser 70 salî û jorde û sibehi jî prosesa vaccinkirina kesên temenê wan li ser 65 jor de destpê dike.

Back to top button