
Berpirsê Twitterê Ned Segal di derbarê girtina hesabê serokê Amerikayê yê berê Trump de, daxûyaniyek da televizyona CNBC û got ku eger Trump cardin jî bibe serokê Amerikayê hêdî hesabê wî yê Twitterê venabe. Qedexeya girtina hesabê Trump ê Twitterê heta hetayê ye. Ev yek li gora peyrewa me ye.
berdewamiya daxûyaniya xwe de Segal dibêje:Siyaseta şirketa me li ser bingehê ku insan kesekî teşwîqê tund û tujiyê neke hatiye avakirin. Ji bo vê yekê kesek xelkê ber bi tundiyê ve teşwîk bike hesabê wa tê girtin û hêdî venabe.
6.01.2021ê dema aligirên Trump êrîşê avahiya Kongresê kirin şîrketên Medya Civakî hesabên Trum qedexe kirîbûn.