Nivîsar

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin û rewşa aliyên siyasî

 Li Tirkiye û Kurdistana Bakur hilbijartinên parlementoya Tirkiye û serokkomariya di heman rojê de, roja 24ê Hezîranê têne kirin. Eger hilbijartin di dema xwe de pêkbihatan , dê roja 3.11.2019ê de çêbûna. Lê AKPê rewşa heyî li gora xwe baş nirxand û biryara hilbijartinên pêşwext da. Bê guman gelek nirxandinên cuda li ser vê biryara Erdogan û AKPê têne kirin. Lê AKP ji bo serbikeve û Erdogan ji bo hilbijartinan de bibe serokkomar gelek bi hûrî fikiriye û biryara xwe daye.Partî û aliyên din yên siyasî her çikas li dijî vê biryarê derkevin jî îdia dikin ku di van hilbijartinan de, dê serbikevin. Lê gelekî zehmete, di bingehê xwe de Erdogan bi vê biryarê serkeftina xwe jî radigihîne. Piştî êrîşa li ser efrînê di nava Tirkan de hestên qewmî gelek bilind bûn, Erdogan dixwaze ji berî her tiştekî vê yekê bike deng û bêxe sendoqê de.Rewşa heyî û halê aliyên siyasî baş bê nirxandin rewş di berjewendiyê AKPê de ye. AKPê li gel du partiyên nijadperest platformek hevbeş avakiriye. Armanca Erdogan ya esasî ewe ku bi vê platformê hilbijrtina xwe wek serokkomar garantî bike.Yanî ji bo serokkomariye dengên pêwist ji % 51 bigre.  AKP.MHP û BBP di nava “Tifaqa Cumhur“ de cih digrin. Li himber vê partiya duyem CHP heta vê gavê di nava xwe de ne zelale. Wan jî platformek li gel du partiyan ava kiriye ,lê rijeya dengên herdu partiyan jî heman bêje tuneye. Ji aliyek din partiya ku nû hati avakirin  partiya IYI ku Meral Akşener serokatiyê dike, ihtimala bikeve hilbijartinê ji aliyê dezgehê hilbijartinê ve tê nirxandin. Yani ihtimala ku Akşener nikaribe tevlî hilbijartina bi navê partiya xwe bibe geleke. Lê dixweyê Akşener li himber Erdogan dibe kandîdatê serokkomariyê. Ji bo kesek serbixwe bibe kandîdatê serokkomariye 100 hezar imzayê hemwelatiyan ku bi rêya Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê bê tescîl kirin pêwist e.Heta vê gavê kandîdatê CHPê ne kifşe. Kurtahî Ji bilî AKPê aliyek din ji vê hilbijartina pêşwextre ne amadeye. Ji bo vê jî kandidatên wan ji bo serokkomariyê ne diyarin dê demek kurt de diyar bikin.Ji aliyê Kurdan ve rewş gelek baş naxweyê. Heta vê gavê tu platformek hevbeş destnexistine. HDP  cardin dixwaze li gel aliyên din yê kurd hevkariyek ya hilbijartinê pêkbîne. Lê heta vê gavê ew bi xwe jî ne zelalin. HDP serdana xwe ya Kurdistana Başûr dixwaze wek avantajekî bi kar bîne. Ji derê HDPê aliyên din yên kurd behsa platformek hevbeş û Kurdistanî dikin. HDP heta çi radeyê ji vê re amadeye û dikare biryarê bigre nayê zanin.Bi kurathî eger çi surprîzên mezin çênebin favoriyê van hilbijartina Tayib Erdogane. Ji xwe di hilbijartinan de ji parlementoyê gelektir girîngîyê didin serokkomariye. Eger Erdogan bibe serokkomar, sistema dewletê û sistema siyasî li Tirkiye bi tevahî tê guhertin. Sistema serokatiyê bi hemû awayî tê avakirin û dê Tirkiye sistema sala 1923ê ji aliye Ataturk û hevalên wî ve bi navê Cumhuriyeta Tirkiye hatî danîn , bi temamî hildiweşê sistema serokatiyê cihê wê digre.Di vê derbarê de gelek gotubêjên cuda hene. Eger Kurd  ji bo berjewendiyên xwe li van guhertinan binêrin, gerek awayê nirxandinê bête guhertin û encamên din derkevin holê. Lê Tenê li gora dijitiya Erdogan pirsa heyî û rewş bê nirxandin encamek din derdikeva holê.Herî dawê mirov dikare bêje ya ji bo kurda baştir be, berjewendiyên kurda lê hebe hêviye ku ew pêkwerê. Lê di rastiya xwe de heta kurd bi xwe nebin aliyek û hêzek kesek din ji bo berjewendiyên kurda kar nake. Nûçe/Analîz

Back to top button