Civak

Hukumet roja rojnamegeriya Kurdî pîroz dike

 Hukumeta Kurdistanê bi bi minasebeta salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke ya pirozbahiyê ragihand.  Hukumeta Kurdistanê di peyama xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojnamevanên Kurd û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û ragihand: “Di karê pîşeyî û gihandina peyama rast û nîştîmanî de serkeftinê ji wan re dixwazin. Xizmetkirina civakê û parastina maf û daxwazên rojnamevanên Kurdistanê ya sendîkayên rojnamevanan jî bilind dinirxînin.”   Hukumet di peyama xwe de dibêje: Rojnamenivîsên Kurdistan bi riya peyrewkirina metodeke rast a pîşeyî û medenî yê bi ewle û herwiha bi dûrkeftina ji hemû kirdar û reftarên ku ziyanê digihînin nevûdengê medyaya Kurdî, aştî û seqamgîriya civakê, dikarin di parastina azadiyê de roleke bi bandor bilîzin, ku ew jî mafên wan e. Li gel parastina hemû mafên wek desthilata çarem ji bo medyayê rewa hatiye dîtin, hevdem bendewarî jî ji dezgehên medyayê û medyakarên Kurdistanê heye, ku bi tevê rola xwe ya bi bandor ji bo parastina aştiya civakî û geşedana çanda siyasî, civakî û ferhenga civakê û belavkirina hişyariya niştîmanî, dikarin di hevkariya dezgehên hikûmetê jî de roleke giring bilîzin. Bi riya çaverêkirin û pêdaçûna kar û projeyên cihereng dikarin bibne pirra di navbera hemwelatiyan û hikûmetê de.” Di berdewama peyama xwe de hukumet dixwazê ku li Herêma Kurdistanê pêvajoya bangaşeya hilbijartinan birêve diçe û ji hemû dezgehên medya û medyakaran daxwaz dike ji bo ev pêvajo di atmosfereke aram û medenî de birêve biçe û herwiha ji bo ezmûneke ciwan a demokrasiyê û navûdengê Kurdistanê, roleke erênî û bi bandor bilîzin. Hukumet di dawiya peyama xwe de rojnamevanên ku di bereyên şer de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne.

Back to top button