Civak

Li Tirkiye şûra leşkerî dest civîna xwe kir

Piştî ku erdheja ku bi îstifa kirina serfermandarê hêzên çekdar Işik Koşaner û generalên din li Tirkiye,Îro civîna Şûra Leşkerî ya Bilind di serokatiya serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan de destpêdike.

Ev cara yekem e ku Şûra Bilind ya Leşkerî bi çend generalên xwe kêm civînekî dike. Ji ber ku hinekî îstifa kirine û hinek ji generalan jî di çerçova doza Balyozê de girtîne.

Dê di vê civînê de rêxistina artêşa Tirkiye ji nûve bê çêkirin. Herweha dê pêlên generalan û efseran bêne bilindkirin û fermandarên hêzên çekdar bêne destnîşankirin. Kêmbûna generalan karê hukumetê ji bo destnîşankirina fermandaran zehmet dike.Çend general hene lê hukumet wan naxwaze û ew bi xwe jî bi hinek helwestên xwe bi hişkahî dijê hukumetê di hinek deman de helwest danîne.

Back to top button