Cîhan

Hama bo gola xwînê: 140 kuştî

Li Surî bajarê Hamayê tarjediya xwe ya duyemîn dijî.Wek tê zanîn doh hêzên leşkerên Surî b tangan ketin nav bajarê Hamayê.Leşker ketin mala de xelk girtin û bajar kirin armanca topan.Li gora  rêxistina mafê mirova li Surî dide ragihandin , li Hamayê 95 kes hatine kuştin û 3 nexweşxane bi birîndaran tejî bûne û hêjmara wan naye zanîn.

Di vê derbarê de serkê rêxistina mafê mirovan Amar Kurabî dibêje: Leşker bi tangan ketine nava bajêr, kesên tên kuştin sivilîn. Li gel leşkeran rêxistina taybet ya Şebîba jî şerê xelkê sivîl dikin. Kuştû û birîndar gelekin û bi sedan jî hatine girtin.

Operasyon ji derê Hamayê jî hatin kirin.Li bajarê Derea 6 kes û bajarê Dêrezorê jî 19 kes hatine kuştin.Li devera Dêrezorê serokeşîrên hinek eşîrên ereban jî hatine girtin. Herweha tê gotin ku gelek leşker tevlî muxalefeta hukumetê bûne.

Li gora agahdariyan li Surî doh 140 kes hatin kuştin.

Back to top button