Civak

Li Tirkiye partiyek nu:Huda-Par

Li Tirkiye partiyek nû tê damezirandin.  Tevgera Mustazaflar li Tirkiye partiyek nû bi navê Hur Dava Partisi (Partiya doza azad) damezirandin. Navê partiyê bi kurtî Huda-Par e.

Ji damezirînê partiyê  Şahin di derbarê avakirina partiyê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de êrîşê Ak partiyê kir. Şahin ragihand ku armanca wan ya yekem ewe ku rêxistinên xwe yên bajaran ava bikin û ji bo hilbijartinên were amade bin.

Şahin di daxuyani xwe de got: Ji bo gihandina armancên insanî û olî me dest da Ak Partiyê. Lê mixabin wan ixanet li gel kir. Ak Parti di vê dawiyê de li gora tiştên dike bête nirxandin, tê dîtin ku roj bi roj dibe partiyek ya sistemê. Hêdî ji Kemalistan bêhtir wesfê Ataturk didin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button