Cîhan

Kana li dinyayê li merixê jî derket

Pisporên zanisiyê yên Emerîka û Kanadayê lêkolîn li ser nimûneyên ji kana ku ji ser Merîxê anîbûn û di laboratuwarên zanistiyê de werbêj û gerbêj kirine, derket holê ku ev nimûneyên kana ji Merîxê eynî wek kana ku li eyaleta Quebeca Kanada ya Asbestê ye û eynî qalîte

ye.

Ji NASA û Kanadayê, di Ajansa Asîmanî  CSAyê de, 24 pisporên zanistiyê niha xebatên zanistî dikin.

Hêjaye bê gotin ku navê vê kanê li bajarê ku ev kan lê hatiye dîtin jî danîne ango bajarê Asbesto yê Kanadayê.

Karmendê projeyê yê Zanîngeha Winnipegê, Profesor Ed Cloutis gotiye: Piştî avê, gaza Metanê ji bo jiyanê di radeya duyemîn de ye. Divê em li Merîxê çavkaniya wê gazê bibînin. Hingê derfeta ku jiyan lê dibe tê dîtin. Mercên vê kana Asbestê ku niha di destê me de ye, eynî wek mercên kana li ser Merîxê ye.

Dîtina vê kana Merîxê, hemû pisporên zanistiyê xistiye kelecanê…

Back to top button