Destdirêjî li hevala xwe ya partiyê kir

 

 

 

Di dawiyê de Fato li xwe mikur hat û got ku wî bêedebî xwestiye ku dest bavêje wê.

Yê ku xwestiye dest bavêje jinikê, ne tolazekî Amedê ye lê wekîlê gel e, ew gelê ku namûsa xwe, malê xwe û canê xwe sipartiyê da biparêze. Lê ew wekîl derket bênamûs, hem jî bênamûsekî ji vanên bozê qirase yên wek van çarsimên Şamî…

Muherem Înceyê destdirêkar Parlemanê Partiya Komarî a Gel (CHP) ji bajarê Yalova dema ku li Parlemana Tirkiyê dipeyive, gavanên Kurdistanê jî li ber garanê hewqas bêserûber û bêteşe napeyivin. Jixwe Kurd dibêjin: “Sînor ji zimanê devçaroxan re tune.” Heyf û xebînet ku ew bi dengê xelkê hatiye hilbijartin û çûye parlemanê.

Muherem Înce cîgirê serokê giştî yê CHPê ye. Niha ji bo rakirina destnedana wî, li Parlemanê tenê yek doyaya destavêtkeran heye, ew jê ya wî ye.

Fatma Buyukkomurcu li televizyona BEYAZ TV eşkere peyivî û got:

”Dema min di şaxê jinan ê CHPê de kar dikir, ez di 2008an de li Parlemanê bi Muherem Ince re hevnas bûm. Wî pir rûmet da me. Çend car gote min ´ma sergêjiyeka te heye?` min peyama wî fêm kir. Piştre wî xwest ku dest bavêje min. Dema ku min xwe bi dest ve berneda, îcar wî ez pir êşandim û piçûk xist, got ku´Fatma bûye pêleyza AKPê.´ Piştre min doz lê vekir. Ez bawer dikim ku wê dozger berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

 

Rojeva Kurd/Enqere

 

Nerîna min :