Vê êvarê gemiyek ya rêwiyan ku di nevbera Bajarê Kocaelî û Karamurselê de çûyîn-hatinê dike, hate revandin. Li gora agahdariyan gemî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin. Di gemiyê de 33 rêwî hene. Li gora tê gotin,  berê gemiyê li bajarê Yalova ye.

Kesê ku gemî revandî xwe wek endamê HPG daye naskirin û bombe li ser wî hene. Gemiyên polisan dor li gemiya revandî girtine.

Li gora nûçeya ANF tê îdia kirin ku berê gemiyê li girava Îmralî ye .Lê rastiya nûçeyê nayê zanîn.

 

Polisan îro berê sibehê operasyonek kirin û kesê ku gemî revandî di operasyonê de jiyana ji dest da. Li gor a daxuyaniya waliyê Stanbulê, polisa operasyonek pêkanî û şer derneket, kesê gemî revandî jiyana xwe ji dest da.

Herweha gora daxuyaniya Avnî Mutlu waliyî Stanbulê  ev çelakç li ser navê HPG-ê hatiye kirin. Di medya Tirkî de hinek weneyên ku kesê gemî revandî hatin belav kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: