Serokatiya Kurdistanê: Wanlî berdefkê şoreşa Îlonê bû
Serokatiya herêma Kurdisdtanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata Îsmet Şerîf Wanlî û hemû xebatkarên gelê kurd kir.
Serokatiya herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:
– Xwdêjîrazî Îsmet Şerîf Wanlî gelek salên dûr û dirêj ji jîyê xwe ji bona xizmetkirina tevgera kurdayetiyê û doza neteweya xwe terxan kir bû. Xwedêjêrazî di jiyana xwe de gelek berpirsiyarî wergirtibûn û yek ji wan berprisiyariyan jî serokatîkirina Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bû. Herwesa di qonexekê de ew berdefkê şoreşa mezin a Îlonê bû.
Ev li jêr teksta peyma serokatiya herêma Kurdistanê ku ji malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdidstanê hatiye wergirtin:
Bi xem û kovaneke mezin ve me nûçeya koçadawiya kesayetiyê niştîmanperwerê kurd xwedêjêrazî Îsmet Şerîf Wanli wergirt ku berî du rojan li welatê Swîsreyê ji ber nexweşiyekê koçadawî kir.
Em bi vê xemgîniyê serexweşiya xwe derdibrîn û heman demî de ji bo vê xemgîniya mezin serexweşiya xwe pêşkêşî malbata rêzdarê xwedê jêrazî û hemû xebatkarên gelê kurd dikîn. Dr Îsmet Şerîf Wanlî gelek salên dûr û dirêj ji jîyê xwe ji bona xizmetkirina tevgera kurdayetiyê û doza neteweya xwe terxan kir bû. Xwedêjêrazî di jiyana xwe de gelek berpirsiyarî wergirtibûn û yek ji wan berprisiyariyan jî serokatîkirina Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bû. Herwesa di qonexekê de ew berdefkê şoreşa mezin a Îlonê bû.
Bi vê xemgîniyê, birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kesek bi nûneriya xwe raspard ku di merasima sersaxiya xwedêjêrazî da amade bibe. Ji yezdanê mezin hêvîdarîn xwedêjêrazî bixe ber soz û dilovaniya xwe û giyanê wî yê paqij bi bihûşta fireha şad bike.
Di dawiyê de carekî din pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesukar, dost û hevalên xwedêjêrazî dikîn.
“Inna lilleh we inne ileyhî racîun
Serokayetiya herêma Kurdistanê
11/11/2011