Cîhan

Serokên Ereb dixwazin Esad ji dev desthilatê berdê

Cîgirê wezîra derve ya Amerîka û berpirsê pirsên Rojhilata Navîn Jeffrey Feltman, di daxuyaniyek ya xwe de eşkere kir ku, serokên welatên Ereba hewldidin ku Bişar Edas ji dev desthilata Sûrî berde.

Jeffrey Feltman civîna komisyina senetoyê ya karubarên dervê ku di derbara pirsa Sûrî hatibû darxistin de got: Hemû serokên Ereba vekirî ji min re gotine ku divê vêca Bişar Esad ji dev desthilatê berde.

Herweha di civînê de Jeffrey Feltman da xuyakirin ku  li himber hêza muxalefetê Esad nikare gelektir li berxwe bide. Hêzbûna muxalefetê ji metodên wan yên aşitiyane tê. Eger dest bavêjin çek dê ev yek temenê rejima esad dirêjtir bike.

Back to top button