Polîtîk

PDK konferansên navxweyî pêktîne

Biryar e, di destpêka sala bê de konferansên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartina kargêrên Liqan û berpirsên Lîjneyên Navçe yên wê partiyê, bêne lidarxistin.pdk Logo

Peyvdarê Polîtburoya PDK-ê Cafer Îbrahîm, ji AKnewsê re ragihand ku di destpêka sala bê de (2012) dê konferansên navxweyî yên PDK-ê li sînorê hemû liq û navçeyan birêve biçin.

Îbrahîm ronî kir ku di konferasan de, dê bi hilbijartinan kargêrên liqan û berpirsên navçeyan li sînorê her liqekê bêne hilbijartin, biryar e jî hilbijartin heta adarê yan jî nîsanê bidomin.

Ji bal xwe ve, berpirsê Liqa 2 (li Hewlêrê) ya PDKê Elî Hisên ji AKnewsê re got, “Yek ji biryaryên kongira 13emîn a PDKê ew bû ku divê konferansên navxweyî li sînorê liqan bêne encamdan, armanc jê ew e, canê pêşbirkê navbera kadêran bihêz bikin ku pirseke yasayî û dîmokrasî ye û bweriya me pê tê.”

Di kanûna sala borî de, PDKê, 13emîn kongira xwe li dar xist û tê de 1501 endam beşdar bûn di nav de 150 jin bûn.

Back to top button