Li Tirkiye Demokrasî
Hevseroka HDPê Pervin Buldan di mitinga xwe ya Stanbulê de da xûyakirin ku , dê pişgiriya kijan aliyekî di hilbijartinan de bikin. Buldan di axvtina xwe de got: Elbet emê dengê xwe bidin hêzên demokratîk.
Eve demeke ku tê zanin HDPê li gel partiyên wek CHPê, IYI Parti, Partiya Saadet û hinek cihan jî li gel DSP(Partiya Demokratik a Çep) hevkarîyê dike. Li gel van partiyan bi dehan civîn hatine kirin û li hevhatinek derketiye holê. Hemû alî li gora vê li hevhatinê siyaseta xwe ya hilbijartina rêve dibin. Lê navê vê li hevhatinê tuneye. Tu peyamên hevbeş nehatine ragihandin. Tenê di mitingan de û hinek konferansên rojnemevanî de behsa vê li hevhatinê bi awayên cuda eşkere tê kirin.
Ji hemûyê giringtir ev alî wek ji vê li hevhatinê şermê bikin diaxêvin û behsa nav û naverokê nakin. Herweha tu proagandeyek ya vê peymana bê nav nakin. Ji ber ku kesek naxwaze vekirî li gel HDPê hevkariyek nivîskî bike û vê yekê ji bo Raya Giştî ragihine.
CHP û IYI Partî bi navê Tifaqa Millet hevkariyek kirine. HDP gelek cihan pişgiriya wan dike. Başe ji bo çi vekirî behsê nakin? Ev tê wateya ku tiştek ku şermê jê dikin, kirine û newêrin vê yekê deklere bikin.
Hevseroka HDPê Buldan dibêje emê pişgiriya Hêzên Demokratik bikin. Gelo ev hêzên demokratik kîne. CHP eye? Yan IYI Partiye? Yan jî partiya Seadetê ye? Eger HDP û berpirsên HDPê bikaribin bersiva van pirsan bidin dê bi awayekê xizmetekî ji siyaseta Tirkiye re bikin. Di rastiya xwe de HDP bi xwe çikas demokratik e, ku heta behsa demokratbûne bike? Gelo di nava xwe de berbijêrek bi îradeyek demokratik hatiye destnîşan kirin. Yan wan jî wek Qayumên hukumetê , qayum tayin kirine?
Pîvana hêzên demokratik çîyê? Ji bo her kurdekî pîvana demokratbûnê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ewe ku, mafê kurda yê rewa bê naskirin û îtiraf li heyîn û daxwazên gelê kurd bê kirin. Na eger pîvanek din hebe bazar tê guhertin.
Li Tirkiye gelek alî û kesayet xwe “demokrat “ didin nasandin. Lê dema pirsa kurd tê holê Faşist û “ demokratên “ wan dibin yek li dijê kurda yek gotinê dibêjin. Di bingehê xwe de li himber kurda xwedî îdeolojiyek fermî ne ew jî nijadperestiyek ku tenê di nava Tirkiye de heye.
Demokratbûn xwedîyê hinek nirxane. Eger ew nirx tunebin tu nabî demokrat û tu karê tu dikî ne karek demokratîk e. Eger demokratbûn di van hilbijartinan de tenê li dijê AKP/MHP û Erdogan yekitiyek be, ev ji binî ne pirsa kurda ye. Pirsa kurda ewe ku xelkek îtîrafî mafên wan yên netewî bike. Ne bi dengên kurda xelkekî bixapînin û wan bêxin xizmeta aliyên nijadperest de.Nabe ku li dijê nijadperestekî rawestî û xizmeta nijadperestek din bikî.
Gelo tu cara pirsa demokratbûna HDPê ji aliyê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskarên kurdan ve hatiye şirovekirin? Li gora wê li himber HDPê helwest hatine kifşkirin?
Analîz/N.Firat