CivakRojev

Li Tirkîyê 12 milyon xizan hene

 

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) ‘Amarên Xizanî û Rewşa Jiyanê’ ya sala 2022an weşand. Herêma herî feqîr bajar û herêma Edene-Mêrsîn bû. Ji her 3 kesan yekî diyar kir ku pirsgirêka wan a germkirinê heye, ji sedî 41 ê nifûsê diyar kir ku ew nikarin xwarinên bi goşt bixwin. 

Li gor xeta xizanîyê ya ku ji sedî 50 ê dahata malê tê destnîşankirin, di sala 2022an de rêjeya xizanîyê ji sedî 14,4 bû. Rêjeya feqîrîyê li gor xeta xizanîya ku ji sedî 60 ê dahata navîn tê destnîşankirin, 0,3 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 21,6. Rêjeyên xizanîyê yên ku ji sedî 50 ê dahata navîn ya malnişînîya wekhev tên hesibandin, li gor celebê malbatê tên hejmartin.

Rêjeya xizanîyê di malbatên yek kesî de li gor sala borî 1 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 7,5. Di malên ku ji yek kesî zêdetir in, 2,6 puan zêde bûye û bûye ji sedî 11,7.

 

Li gor Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK), li Tirkîyê 12 milyon kes feqîr û xizan in û nikarin debara xwe bikin.

Back to top button