CivakRojev

Rawestandina şandina petrolê ji bo mûçeyan pirsgirêkên cidî çêkir

Wezîrê Darayî yê Rêveberîya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Avat Şêx Cenab, got ku rawestandina hinardekirina nefta herêmê ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan “pirsgirêkên mezin” derxist holê.

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê doh amaje bi rêkeftina petrolê ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî kir û got, “Bingeha rêkeftinê vedigere destpêka avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û me çend xal ji bo birêvebirinê diyar kirine. Me dosyaya petrolê ya li herêmê bi Çarçoveya Koordînasyonê çend xal destnîşan kirinere”.

Cenab got: “Di vê qonaxê de giringîya Herêma Kurdistanê cîbicîkirina rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye, di vê çarçoveyê de Herêma Kurdistanê hemû daxwazên xwe cîbicî kirine û çaverê ye Iraq û Tirkîye carek din hinartina petrolê dest pê bikin“.

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa neyênî ya ku bi sedema rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re çêdibin jî got: “Rawestandina hinartina petrolê pirsgirêkên cidî ji bo mûçeyên karkiran çêkiriye û em hêvîdar in ku hikûmeta Iraqê cîbicî bike”.

Back to top button