CîhanRojev

Li Îranê di 5 mehên dawîn de 194 kes hatin îdamkirin

 

Hat ragihandin nîvê 42 kesên ku di du hefteyên dawîn de li Îranê hatine îdamkirin ji herêma Belûçîstan a li ser sînorê Îran û Pakîstanê ne. Piranîya van kesan jî ji ber sûcên maddeyên hişber hatine îdamkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku cezayê îdamê yê li dijî hemwelatîyên Belûç tê bikaranîn zêde bûye. Li gor nûçeya Daily Starê, hin Îranîyên ku xwedîyê hemwelatîyek dualî ne jî tevî nerazîbûnên navneteweyî tên îdamkirin.

Habîb Farajollah Chaab, ku hemwelatîyê Swêdî-Îranî ye, roja Şemîyê (6ê Gulanê) hat îdamkirin. Ev kiryar ji alîyê hikûmeta Swêdê ve hat şermezarkirin.

Di vê derbarê de Mahmood Amiry Moghaddam, Rêveberê UST, destnîşan kir ku “Bertekên navnetewî yên li hember hukmên bidarvekirina xwenîşanderan, berdewamîya îdamkirina wan ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve zehmet bûye. Ji bo telafîkirina vê yekê û ji bo tirsê di nava gel de belav bikin, rayedaran lez dan înfaza sûcên ne siyasî”.

IHR destnîşan dike ku Îranê di sala 2022an de herî kêm 582 girtî îdam kirine, ku ev hejmara herî zêde ji sala 2015an vir ve ye, ji 333 îdamên ku di sala 2021an de hatine ragihandin zêdebûnek girîng e.

 

Back to top button