Polîtîk

Li Tele’fer goreke bi kom hate dîtin

Li nêzîk qezaya Tele’fer ya li parêzgeha Nînowa çalek hatiye dîtin ku têda Da’îş hezaran termê mirovan avêtiye navde.

Sekîne Mihemed Elî Şêwirmendê Parêzgerê Nînowa yê karubarê civakî dibêje hejmara wan termên ku Da’îş avêtiye nava çalê dehan û sedan nînem belku bi hezaranin, ji ber ku wekî ew dibêje Da’îş hejmarek zîndaniyên li ber destê wan de bûn ku her yek ji wan herî kêm 600 kes hebûn, hemû piştî sêdaredanê avêtine nava vê çalê.

Navê çalê Elu Entere û 50 metir firehe û 90 metir kûre, pênç km li Bakûrê Tele’fer ve dûrem 63 km jî dikevê Rojavayê Musilê.

Back to top button