Civak

Du fermandarên Iraqê di bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan

Îhsan Çelebî, Rêveberê Nahiya Sîdekan ragihand; firokeyên şer ên Tirkiyê, otomobîleke yekeyên pasevaniya sînorî yên ser bi artêşa Iraqê bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiya Sîdekan eşkere kir; di encama wê bombebarana firokeyên Tirkiyê de hejmarek leşker û efserên pasevaniya sînor jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Emîd Zubêr Halî, Fermandarê Fewca 3 ya Pasevaniya Sînor û Mihemed Reşîd, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor li devera Soranê, di encama bombebaranê de canê xwe ji dest dane

Çavkaniyeke ji wê deverê ji Kurdistan24ê re ragihand; yekeya pasevaniya sînor a Iraqê xwestiye bi çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, di dema civînê de jî, firokeyên şer ên Tirkiyê bombebaran kiriye.

Artêşa Tirkiyê di meha Hezîranê de du operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li deverên sînorî ragihandine û hêzên leşkerî yên Tirkiyê sînorê Iraqê derbas kiriye û her roj ji Xwakurk û Gara ve heta çiyayên navçeya Şarbajêr, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve têne bombebarankirin.

Back to top button