Cîhan

Li Swêd 3 kes hatin kuştin

Li Swêdê bajarê Uppsalayê di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Polîsan yekem alarma li ser dengên teqînên bihêz li nêzîkî Meydana Vaksala li navenda Uppsalayê roja sêşemê piştî nîvro demjimêr 5:04ê wergirt.Berî ku polîs bigihîjin cihê bûyerê sê qurbanî ji ber birînên xwe yên guleyan miribûn. Polîs li ser temen û zayenda kesên ku hatine kuştin ti daxuyanî nedaye.

Li gorî vegotinên şahidan, kuştinên gumanbar li saloneke kuafor çêbûye. hineka dîtiye ku kesek rûêyê wî/wê girtî ji cihê bûyerê reviyaye.

Derengiya roja Sêşemê, hîn kes nehatibû girtin û polîs dibêje, dibe ku gelek sûcdar hebin. Polîsan bûyerek bi navê bûyerek taybet dest pê kiriye, ev tê vê wateyê ku polîs xwedî çavkaniyên mezintir in.

Wezîrê Dadê yê Swêdê Gunnar Strömmer bûyerê wekî “gelek cidî” bi nav dike û di şîroveyekê de ji bo

Back to top button