
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê radigihîne, di encama du êrîşên dronan ên grûpeke terorîst de, pênc Pêşmerge li sînorê parêzgeha Dihokê birîndar bûne.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro 29ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Duh û îro serê sibehê, grûpeke terorîst, di du êrîşên cuda de, bi dronan binkeyên Hêza Pêşmerge li sînorê parêzgeha Dihokê kirine armanc û di encamê de pênc Pêşmerge birîndar bûn.”
Da zanîn jî, “Rewşa birîndaran baş e û Pêşmerge amade ne bi îradeyeke polayî bersiva her cure plan û êrîşên nehezan bidin.”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê got jî: “Di demekê de ku proseya aştiyê li Bakur û konferansa yekîtiya aliyên Kurdistanî li Rojava û proseya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê nêzîk e bigihîje encamê, hin alî û grûp hewl didin proseya aştî û aramiyê li deverê asteng bikin.”
Herwiha got: “Em wek Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, ligel şermezarkirina van êrîşên terorîstî, hişyariyê didin hemû ew grûp û aliyên ku asayîşa Herêma Kurdistanê dikin armanc. Hêza Pêşmerge û hêzên Asayîşa Navxwe ji bo karvedaneke guncaw li hemberî her êrîşeke têkderane amade ne.”