Civak

Li Stenbolê operasyona dijî KCKê

 
Li Tirkiyê bajarê Stenbolê vê sibê li dijî KCKê (Koma Civaka Kurdistanê), operasyonên serdegirtina malan hat kirin û 20 kes girtin binçavan.

Vê sibê, li Stenbola Tirkiyê, li hemberî KCKê, ji aliyê tîmên  Gerînendeya Şaxa Têkoşîna dij terorê yên Gerînendeya Ewlehiya Stenbolê,  di serî de navçeyên Avcilar, Esenyurt û Beylîkduzu jî tê de li hinek navçeyan operasyon pêk anîn.

Di operasyonên serdegirtinên malan de 20 kes hatin binçavkirin.
Bi hinceta, tevlî çalakiyên derzagon bûnê, Molotof avêtinê  û  beşdarî çalakiyên civakî bûyinê ew kesana hatine binçavkirin.

Back to top button