Polîtîk

Kurdên Sûriyê serdana Frensa,Brîtanya û Rûsiya dikin

Berpirsê têkiliyên derve yê civata niştimanî ya kurdên Sûriyê, Ebdulhekîm Beşar diyar kir, civata niştimanî ya kurdîn Sûriyê bi fermî ji aliyê wezaretên derve yên Fransa û Berîtanya ve hatiye vexwendin. Hat gotin, Rûsiya jî civata han vexwendiye.

Abdul Hakim BasharEbdulhekîm Beşar, ji AKnewsê re got, wezaretên derve yên Frensa û Brîtanya bi fermî em bo serdana wan welatan vexwendine.

Beşar, diyar kir, di vê serdanê de, rewşa siyasî û şoreşa Sûriyê dê bê axaftin û her wiha emê behsa kurdan bo wan welatan bikin û wiha pêde çû:

“Vexwendina fermî ya civata niştimanî ya kurdên Sûriyê ji aliyê welatên cîhanê ve, tê wateya girîngiya kurdan û rola kurdan di çareseriya arîşeyan de.

Endamê komîteya civatê ya Herêma Kurdistanê, Elî Şindîn, ji AKnewsê re got, civata niştimanî ya kurdên Sûriyê ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya ve jî hatiye vexwendin.

Şindîn, diyar kir, di vê çarçoveyê de, çend rojên din dê şandeke civatê bi serokatiya Beşar Ebulhekîm serdana Rûsiya bike.

Back to top button