Mistefa di hevpeyvînekê de bersiva Malikî dide
Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêr ku, li herêma Kurdistanê derdikeve, pirsên aktuel di rojeva herêma Kurdistanê û Îraqê de zelal dike û di bersivên xwe de êrîşên werokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bo ser herêma Kurdistanê red dike.
Ev li jêr hevpeyvîna Felah Mistefa digel rojnameya Hewlêr:
Pirs: Karên we gelek berfireh bûne, dikare bê gotin ku, li ser astê navdewletî weke wezareta karên derve teamil bi we re tê kirin?
Mistefa: Dîtina serokê hikûmetê bo damezrandina fermangeha peywendiyên derve, piştî pesindkirina destûra Îraqê, ew bû ku, herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî, yasayî û destûrî, esasek hebe daku bikare pêwendiyên xwe li ser astê navdewletî ragire û têkeliyên baş digel cîhana derve û civaka navdewletî li ser bingehekî baş û saxlem ava bike. Ew peywendiyên hebûn jî bikevin di çarçoveyekeî yasayî û destûrî de. Ji ber van sedeman fermangeha peywendiyên derve hat damezrandin.
Pirs: Malikî dibêje ku divê siyaseta derve ya Îraqê di destê merkez de be û we rexne dike ku hûn destûrê bin pê dikin?
Mistefa: Serokatiya siyasî û tecrûbeya herêma Kurdistanê di avakirina îraqa nû de li ser esasekî nû û li gor pîvanên nû, roleke sereke hebû. Ew Îraqa berê ku, hemû desthilat di destê merkez de bûn nema.
Li gor wê destûra piraniya xelkê Îraqê deng jê re daye, divê Îraq welatekî demokratîk, federal û plural be. Hemû pêkhateyên sereke yên Îraqê bi awayekî rasteqîne di hukim de beşdar bin. Sîstemeke demokratîk hebe daku li ser esasê sîstema hukimdariya federal welat bê îdare kirin.
Destûrê hindek maf bi hikûmeta merkezî dane û herwesa bi hikûmeta herêma Kurdistanê jî, weke herêmeke êkane di çarçoveyê Îraqê de, dane. Têgihiştina me jî ji bo sîstema federaliyê ewe ku, divê desthilat û dahat bê dabeş kirin, daku bi hev re bikarîn tecrûbeyeke serkeftî di sîstema hukimdariya Îraqê de peyrew bikin.
Ya ku em dikin, pabendbûne bi destûrê û siyaseta derve a hikûmeta Îraqê. Nexşekirina siyaseta derve ji desthilat û taybetmendiyên hikûmeta merkezî ye. Lê belê em di cîbicîkirina wê siyasetê de beşdar in, hevkarî û hevahengiyeke timam me digel wezareta derve ya Îraqê heye.
Pirs: Tê gotink u herêma Kurdistanê daxwaza kirîna çekî ji welatên derve kiriye, ev çend rast e?
Mistefa: Em naçine nav detaliyan ka Malikî çi dibêje û em çi dibêjin. Herêma Kurdistanê tecrûbeyeke serkeftî ye û di çarçoiveyê Îraqê de karîye sîstemeke demokratîk ava bike û karwanê pêşkeftina herêma Kurdistanê berdewam e. Em dixwazin herêma me zêdetir pêbikeve û ew aramî û îstîqrara heye biparêzîn daku, derfetên jiyaneke bextewer ji bo gelê xwe dabîn bikîn û herêma Kurdistanê ji bo paşeroja Îraqê bibe mînakeke serkeftî.
Pirs: Serokwezîrê Îraqê bi gelek tawanan herêma Kurdistanê tawanbar dike, bersiva we çiye?
Mistefa: Serokê herêma Kurdistanê çend pirs azirandine, ew pirs hemû di xizmeta Îraqê bi giştî û ya herêma Kurdistanê bi taybetê de ne. Ji bona rastkirina pirosesa siyasiya ku, li Îraqê heye, gelek xebat hatine kirin û gelek kar li ser hate kirin. Ya ku serok dibêje bi tenê di berjewendiya kurdan nîne, di berjewendiya kurd, şîye, sune, kirîstiyan, tirkmen û hemû pêkhatên siyasiyên Îraqê de ye.
Serokê herêma Kurdistanê tekîdê li ser sîstemeke demokratîk dike ku di berjewendiya hemû aliyan de ye. Serok Barzanî wek kesatiyekî siyasî û serokê herêma Kurdistanê li pêşiya parlamentoya Kurdistanê û gelê kurd sûnda yasayî xwariye, berjewendiyên gelên Kurdistanê û gelên Îraqê diparêze. Ji ber hêndê wî rola xwe lîst û hemû alî agadar kirin ku kirîza siyasiya Îraqê welêt ber bi aqarekî dibe ku di berjewendiya tu kes de nîne.
Me baweiyeke timam bi destûr û diyalogê heye, hokarên serhildana nakokiyan cîbicînekirina rêkeftinameya Helêrê bû, em tometên Malikî red dikin û bi a me gotinên wî bê esas in.
Pirs: Dîtina rêxistinên navdewletî û konsulxaneyan li ser rewşa herêma Kurdistanî çewaye?
Mistefa: Çi konsulxane, çi ew ajansên navdewletî ku, li herêma Kurdistanê kar dikin yan ew heyetên tên Kurdistanê her hemû bi pêşkeftinên herêma Kurdistanê kêfxweş in. Hikûmeta herêma Kurdistanê beriya xelkê din dibêje kêmûkasiyên me hene. Lê em li ser wê yekê ku bi zûtirîn dem wan kêmûkasiyan çare bikin, bi îsrar in.