Li ser vexwandina hukumeta Tirkiye îro şandek ya hukumeta Kurdistanê bi serokatiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dike.
Serokê Hukumeta Kurdistanê hevdîtinan li gel rayadarên Tirkiye pêktîne û li ser pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê dê bête sekinandin û herweha dê pirsên siyasî û aborî jî bibin babetê hevdîtinan.
Serokê Dîvana serokatiyê Fuad Huseyn, wezirê saman û suruştiyan Aşitî Hewramî, wezîrê pişesazî û bazirganiyê Sînan Çelebi, berpirsê pêwendiyên hukumeta yê derve Felah Mustafa, serokê dezgehê asayişa Kurdistanê Xusro Gull û hêjmarek rawêjkarên hukumetê li gel Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dikin.