Civak

Wêneyên berî mirina gûndiyên Roboskiyê

Di têlefona Mahsun Encu, yê ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de bi 33 gûndiyên xwe re hatibû kuştin, wêneyên berî mirina wan derketin.

Mahsun Encu

Di roja dayikan de heyeta Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çûbû Roboskiyê û bi dayikên ku ewladên xwe wenda kiribûn re ew roja derbas kiribûn. Ew rojê, Mesut Encu, bavê Mahsun Encuyê kuştî yê 17 salî ye, çend wêneyên ku di qerta têlefona lawikê wî de derketibûn dan rojnamevanan.

Ji berî mirînê kêliyekî

 

Di ew sê wêneyan de, gûndiyên ber bi qaçaxiyê ve diçin hene. Gundî li ser qantiran siwar bûne û di nav berfê de rê diçin. Di wêneyekê de jî Mahsun Encu bixwe heye. Mahsun, bi rûyekî ken xuya dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button