Civak

Li Silêmaniyê xwepêşandan

 
Bê ku îzin (ruxset) bihê wergirtin, çend alîyên civaka sivîl çavdêrîya vê xwepêşandanê dikin û niha berdewam e.
Ev xwepêşandana han bi awayekî taybetî, ji alîyê rêxistinekê bi navê Xwepêşandanî Xorisk hatiye sazdan û ev rêxistinek nenaskirî ye.
Weha jî hat naskirin, ku xwepêşander berê xwe didin cadeya Mewlewî û ber dergeha Sera ya Silêmanîyê.

Yek ji dirişmên (sloganên) evan xwepêşanderan riswakirina kujtina Rêjwan e û daxwaza girtina ewan kesan dikin, ewên ku di roja 17/02 de teqe li xwepêşanderan kirin.

Li gora pêzanînên ku gihijtine PNA heta niha Xwepêşandanî Xorisk ti bîrdoz (yadaştname) di bareya doz û daxwazên xwe de pêşkêşî ti alîyan nekirine.
Rêjwan jî kurrekî 12 salî bû û di roja 17/02 de di nav xwepêşanderan de hat kuştin.

Nûçe: Zîrek Ebdurrehman / Silêmanîyê

Back to top button