Li Lîbyayê 84 kes hatin kuştin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) daxuya kir ku li Lîbyayê ji roja çarşemê heta niha 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Afuya Navneteweyê jî duhenî daxuyaniyek dabû xuyakirin ku li Lîbyayê tevî astengiyên medya û înternetê heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û tenê li Bîngaziyê jî 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berê ya 2 rojan Serokê Lîbyayê Muammer Qaddafî li Trablusê di nava xelkê xwe de geriyabû û li dijî xwepêşandanan peyama hêzbûyînî dabû lê ji aliyê pisporên rojhilata navînê ve hate ragihandin ku desthilatdariya Qaddafî jî di bin xeteriyekê de ye.
Qaddafî
Muammer Ebu Mînyar El Qaddafî di sala 1969’an de li dijî Qral Îdrîsê darbeyek çêkirîbû û piştî vê bûyerê bûbû Mîr-Alay. Qaddafî piştî şoreşê dest bi erka Serokatiyê Konseya Fermandeyê Şoreşê kir. Piştî salekî Serok Wezîr û Wezîrê Parastinê bûbû.
Li Lîbyayê di sala 1971’an de Partiya Sosyalîst a Ereb hatiye sazkirin û di sala 1972’an de jî Qaddafî dest bi Serok Wezîriyê Lîbyayê kir.
Di sala 1977’an de derbasî pergala Cemahiriyê bû û di sala 1979’an de ji erka xwe îstîfa kir û xwe wekê hemwelatiyek sade îlan kir. Qaddafî ji sala 1981’an û vir be Fermandeyê Bilind a Hêzên Çekdariyên Lîbayayê ye.