Kultur

TV'ek Zazakî (Dêrsimtv) dest bi weşanê xwe kir

Dêrsim tv ji ber armanca jiyandin, geşe pê dan û hînkirina zarawayê Zazakî bi rê ket. Dêrsim tv bi malpera www.dersimtv.com dest bi weşanê xwe kir.

Dêrsim tv heta niha bi sedan fîlm û klîbên Zazakî û biyanî ji bo temaşavanên xwe amade kir. Her wiha fîlmên biyanî jî bi jêr nivîsên Zazakî hatn amadekirin. Dêrsim tv ji klîbên muzîk, raportaj û sohbetên digel pîremerdan û li ser her mijarê weşana xwe bike.

Di gava duwemînê de jî, ji bo demekî bê bi awayekî rêkûpêk dê nûçeyên Zazakî jî pêşkeş bike. Berpirsyarên Dêrsim tv di demekî nêz de li ser mijara nûçeyên  Zazakî jî   mizgîniyek da.

Berpirsyarên Dêrsim tv armancên xwe jî diyar kirin û dan zanîn ku em ji bo televîzyonek Zazakî hewlek mezin didin û li ser vê mijarê jî amadekariyên profesyonel hene.

Back to top button