Polîtîk

Em hemî hêzên Kurdistanî berpirsiyar in di ber parastina destkevtiyên başûrê welatê me de

 

PARASTİNA DESTKEVTİYÊN KURDİSTANÊ Û DEMOKRASİYÊ ERKEKE KURDEWARÎ YE!

Doh li Sulêmaniyê, yek ji wan bajarên me yên sembula berxwedana Kurdewariyê, hin bûyerên dilêş qewimîn. Di vê bûyerê de êrîş birin ser Liqê 4 yê PDKê. Di vê êrîşê de mixabin kuştî û brîndar jî çêbû. Ev bûyer provakasyoneke bêhnketî ye. Êrîş li dijî kîjan Partî an dezgeh pêk hatiye ev ne pirsa sereke ye. Ev dikare tenê rengê provakasyonê û fitneyê diyar bike. Û ji me re zelal bike, dijminên Kurdistanê li kû dixwazîn çi bikin. Di vê bûyerê de pirsa girîng ew e, ku ev provakasyon encameke fitne û fesadiyên dijminên gelê Kurdistanê ye. Kurdistana azad bi hêzên zikreş û nehezkiriyên gelê Kurdistanê ve dorpêçkirî ye. Destkevtiyên gelê Kurdistanê li vê parçeyê welatê me xewna hin hêzan direvîne. Bi taybetî pêşketina prosesa dewletbûnê li Kurdistanê van hêzan zêde ditirsîne. Jiber vê yekê ew di fitne û provakasyonên xwe de berdewam in. Kengî û li kû derê fersend bi destê wan dikeve, yekser dikevin hereketê û fersendan bi kar tînin. Mixabin hinek Kurd beramberê van leysitikan bi têra xwe ne şiyar in û carna hinek ji wan ji ber berjewendiyên xwe an ji sedemê hizr û siyaseta xwe ya çewt dibin destik û pêleyistok ji van armanc û niyetên qirêj yên dijminên gelê Kurdistanê re.

Du tişt gelek balkêş in. Yekemîn, ev bûyer du sê hefte berî ku gelê Kurdistanê dê 20 Saliya raperînê û azadkirina Kurdistanê pîroz bike, diqewimin. Duyemîn, di demeke ku li dinyayê û heremê nêrînekî belav e ku başûrê Kurdistanê heremekî herî aram û bi istîqrar e li Rojhilata navîn, ev provakasyona li Sulêmaniyê çêdibe. Her wisa noqteyek demî jî ev e ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Ewrûpa ye, tê gotin ku dê xelata aşitiyê ya NATO werbigre ku berî demekî ev biryar ji aliyê NATO ve hatibû dan.

Armanca dijminên gelê Kurdistanê têkdana aramiya Kurdistanê û lawaz kirina serokatî û birêvebiriya siyasiya Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê û em hêmî hêzên siyasî pêwist e beramberê van leyistikan şiyar bin û bi yekrêzî, yekahengî û bi biryar van leyistikan pûç derxin.

Mijarekî din girîng jî parastin û pêşvebirina demokrasiyê ye li Kurdistanê. Ji bo vê hewce ye reform werin çêkirin, gav bên avêtin. Demokrasî, prosesekî siyasî û civakî zindî ye. Jê re hertim gorîn û nûjenkirin divê. Kurdistan jî hewceyê reforman e. Lê divê qenc bê zanîn ku li Rojhilata navîn ligel Tirkiyeyê û İsrailê welatê ku normên demokrasiyê lê tê cîbecîhkirin Kurdistan e. Lê temenê demokrasiya Kurdistanê hê 20 sal jî temam nebûye. Eger bi temenê xwe û bi zahmetiyên ku Kurdistan rûberû ye, were berhevdan, mirov dikare bi dilêke rehet bêje, ku Kurdistan di ezmûna demokrasiyê de serkevtî ye.

Lê, wekî serokatiya Kurdistanê jî di hevdîtinên xwe bi aliyên siyasî re diyar kir, ev ne bes e. Jiber ku gelê Kurdistanê layiqê demokrasiyeke hê rêkûpêktir e. Divê li Kurdistanê prosesa demokrasiyê bi her awayî (siyasî, aborî û civakî û kulturî) hê zêdetir bi pêşkeve. Lê divê ti hêz û kes xwe li paş gotinên demokrasiyê û pêlê tevgerên welatên Ereb dijî rejîmên dîktator veneşêre û çewtiyan neke ku dijminên Kurdistanê bi van fersendan bikarin bilîzin. Demokrasî doz û armanca me ye. Bi baweriya me, kî bixwaze li Kurdistana azad demokrasiyê xurt bike, li pêşiya wan astengî nîne. Ew hêz dê ji serokatî û birêvebiriya Kurdistanê û bi taybetî ji Serok Mesûd Barzanî piştrast bin û alîkarî jî bigrin. Lê divê qenc bê zanîn ku demokrasî bi hêjayî, norm û prensîbên xwe dikare bipêşbikeve. Anarşizm û serberdeyatî demokrasiyê xurt nake, lê belê dikare ji dijminan re ji bo niyetên wan ên qirêj fersendan peyda bike. Demokrasiyê re erê, lê ji bêistiqrarî û têkdana aramiya Kurdistanê re na. Ev divê durişm û armanca me sereke be.

Di dîroka xelkan de destxistina serwerî û xwe rêvebiriyê temînata hebûn û mayîna gelan e. Aletê vê jî dewlet û demokrasî ye. Prosesa dewletbûnê li başurê welatê me di dîroka miletê Kurd û hemî gelê Kurdistanê de BERBANGA VEJÎNA GELÊ KURDİSTANê ye. Parastina berbanga milet û welatê me ERKEKÎ KURDEWAR û KURDİSTANÎ ye. Erkekî me hemiyan e.

PDK-Bakur, bi van bîr û hizran û siyaseta xwe netewî û demokrat ku serçaviya xwe rêbaza Barzanîyê nemir e, destkevtiyên başurê welatê me wekî ronahiya çavan diparêze, her wisa jî piştevan û parazgerê demokrasiyê û modernizmê ye li vî parçeyî welatê me. Em wek Partiyeke bakurê welatê me bêguman di pirsên navxweyî de ne xwediyê gotinê ne, lê belê parastina destkevtiyên her deverekî welatê me ERKEKÎ Kurdistanî ye.

Em bang li gelê xwe û hemî hêzên siyasî dikin ku vê derbarî de xwedî siyaseteka zelal bin. Hêzên siyasî hewce ye bi yekrêzî sengerekî zexim li pêş provakasyonan û desttêwerdanên dijminan rawestin.

HEMÎ TİŞT Jİ BO PARASTİNA DESTKEVTİYÊN KURDİSTANÊ Û PÊŞXİSTİNA PROSESA DEWLETBÛNÊ Û DEMOKRASİYÊ!

PDK-Bakur
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur
18.02.2011

Back to top button