Dosya

Li Silêmaniyê kampaniyaya piştevaniya referendûmê

Rêxistinên civaka meden, nivîskar, rewşenbîr û kesatiyên olên cuda, roja 05.08.2017ê li bajarê Silêmaniyê, civiyan û kampaniyaya piştevaniya referendûma serxwebûna Kurdistanê îlan kir.Piştî bidawîhatina civînê, wê grûpê peyamek ji raya giştî re belav kir û tê de dibje ku ew piûrgiriuya referndûmê dikin û daxwazê ji tev çînm û katagoriuên cudayên Kurdistanê dike ku bi Belê deng ji bo referndûma serxwebûna Kurdistanê bidin:- Em, hijmareke rêxistinêna civaka medenî û (nivîskar, rojnamevan, kesatiyên olî û civakî, nûnerên hijmareke ol û mezhebên cudayên bajarê Silêmaniyê) bi rêya vê peyamê em îlan dikin ku em bi encamdna referndûmê re ne û daxwazê ji tev çîn û katagoriyên cudayên Kurdistanê dikin dikin bi Belê deng xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.Grûpa piştevaniya referndûmê li bajarê Silêmaniyê dibêje ku referendûm rêya serxwebûnê ye, hêviya daykên ceger şewitiye ku heta niha li benda hatina kurên xwe ne, hêviya wan pêûşmergeyane ku ji bona parastina Kurdistanê amadene xwe bikin qurbanî. Ew dibêjin referendûm mafek xwezayî gelê Kurdistanê ye û daxwazê ji tev partî û aliyên siyasî dikin nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ser masa diyalogê bicivin û pirgiriya referendûmê bikin:- Tiştek normale hindek kes bi Nexêr deng bide, ev dike çarçoveya azadiyên kesî de, lê em bi tu awayî qebûl nakin tu kes, grûp û alîyek di bin navê azadiyê de dijatiya vê prosesê bike.

Back to top button