Peyama sersaxiyê ya hikûmeta Kurdistanê bo malbata Kochera

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona wefatkirina rojnamevan û fotografê navdarê fransî û dostê dêrînê gelê kurd Chris Kochera paymeke sersaxî û hevxemiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malbat û kesûkar û dostên wî re şand.Ev li jêr tekesta wê peyamê:Bi minasibeta wefatkirina rojnamevan û fotografê navdarê fransî û dostê gelê kurd Chris Kochera, em sersaxiyê li malbat, kesûkar û dostên wî dikin û pê re hevxem in.Chris Kochera dostekê nêzîkê gelê kurd bû, ji destpêka şoreşa Îlonê û heta niha bi berdewamî piştgiriya şoreşa gelê Kurdistanê kiriye û bi dirêjiya wan salan bi sedan rapor û gotar li ser doza rewa û mafên rewayn gelê Kurdistanê weşandine. Di rewşekê de ku gelek bi zehmet bû dengê şoreşa gelê Kurdistanê bigehe cîhanê, ew yek ji wan dostên gelê Kurdistanê bû ku dengê edaletiya doza kurd û bindestiya gelê Kurdistanê bi rêya nivîs, gotar û hevpeyvînan bi cîhana derve gihand. Bi wefatkirina Kochera gelê Kurdistanê dostekî xwe yê dilsoz ji dest da.Careke din, em sersaxiyê li malbata Kochera dikin.Sefîn DizeyîPeyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê05.08.2017