Di medyayê de hat ragihandin ku, wezîrê derve yê DYA Rex Tillerson, bi rêya telefonê pêwendî li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzani kiriye. Di vê derbarê de berdevkê serokatoya herêma Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û da xûyakirin ku tu pêwendiyên telefonî di navbera serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê DYA de pêknehatine .Daxûyaniya berdevkê serokatiya herêma Kurdistanê:Li hejmarek medya û saziyên ragihandinê wiha hatiye belavkirin ku li dû rojên derbasbûyî de Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê ve kiriye.Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçe ne rast e û cenabê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Amerîka li van rojan da peywendiya wan ya telefonî nebûye.Dr Umêd SebahPeyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê05.08.2017

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: