Civak

Li Silêmaniyê hotêl Soma şewitî 40 kes mirin

Şeva çûyî li bajarê Kurdistanê Silêmaniyê, agir bi hotêla Soma ket û di encamê de 40 kes mirin û 20 jî birîndar bûn.

Birêvebirê Fermangeha Tendirustî li bajarê Silêmaniyê Rêkewt Mihemed ji AKnewsê re ragihand, “Ta niha tîmên hawarçûnê 40 termên  mirî ji nav hotêlê derxistine, zêdebarî 20 kes jî birîndar in.”

Mihemed domand, “Di dema bi hawarçûnê de, karmendekî tîmên şaristanî jî birîndar bûye.”

Her wiha derbarê mirî û birîndaran de Mihemed gotiye, “Di dema vêketina agir de gelek kesan xwe ji penceryan re avêtin xwarê û ji wan hinek mirin û hinên din jî birîndar bûn.”

Hêjayî gotinê ye ku çend şahidên bûyerê gotin ku duh saet 9 û nîvê şevê ji ber kontakta karebayê agirekî mezin bi hotêla Soma ya geştyarî ket ya ji 8 qatan pêk tê.

Back to top button