Polîtîk

Tirk, ji bo sinoran li çareserî ya eskerên pfofesyonel digerin

Enqere, li dijî êrişên PKKê çareserîyên nûh datîne rojeva xwe. 

Serokvezirê Turkiye yê Erdoğan hefteya bihurî behsa askerên profesyonel bi Serokê DSPê re nîqaş kir. 

Parastina Sînoran wê di berpirsîyarîya tîmên taybet  de be û ev tim wê li çîyayên ku li sînorê Kurdistanê de li dijî êrişên PKKê şer bikin.

Erdoğan-Türker: Li ser babeta istixbaratê memnunîyeta xwe ya ji istixbarata Teknikî anîn zimên û di heman demê de li ser kêmasîyên istixbaratên însanî rawestîyan. Giringî û pêşvebirina istixbaratê dubare guftugo kirin.

Turkiye, di salên 90î de di dema Özal û Çillerê de bi navê JITEM hêz û tîmên taybet avakiribun.

JITEM ji bo berjevendîyên şexsî û Ergenekonê kar dikir û ji Kurdan re êşkenceyek mezin bu.
Gelek kuştin, buyerên ne însanî, firotin û kirîna Çek û Narkotîk di  bin çarçoveya JITEMê de bi destê devleta Turkiye hatibun kirin.

Hevî welê tên kirin ku ev projeya hêzên profesyonel dê tu tiştekî çareser neke û senaryoyên JITEMê wê dubare bibe.

 

 

Back to top button