Hikûmeta Kurdistanê bersiva Şehristanî da
Berdefkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiava daxuyaniya Hisên Şehristanî wezîrê nefta Îraqê da:
Careke din wezîrê patrola hikûmeta Îraqa federe bi awayekî nemesulane daxuyaniya li dor pirsgirêkekê dide ku li Îraqê peywendî bi dosyeya patrol û gazê heye. Gelek caran wî bi awayekî şaş ku zirarê digehîne aboriya niştimanî miamelê bi vê pirsê re dike û derfetên mezin ji bo berhemanîna samanê patrolê ji bona xizmetkirina hemû îraqiyan ji kîs dane.
Roja sêşemiyê 13ê vê mehê wezîrê nefta Îraqê daxuyaniyek da û hikûmeta herêma Kurdistanê bi tometên nerast tawanbar kir. Wî di daxuyaniya xwe de wisa diyar kirye ku hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî berjewendiyên niştimaniyên Îraqê kar dike û xwe jî weke çavdêrê berjewendî û nasnameya niştimaniya Îraqê daye nîşan dan.
Wisa diyare ku ev yek bûye adet û îşê Şehristanî ku madeyên destûra Îraqê, ew madeyên hikûmeta herêma Kurdistanê peyrew dike, bin pê bike. Şehrestanî bi vî metodê xwe pirensîpê danûstandin, rawêjkirin û pirsiyarkirin ji bona gihîştina rastiyê bin pê diek.
Herêma Kurdistanê di warê siyseta neftê de destketiyên baş bi dest anîne ku fêdeya wan bo hemû îraqiyan heye. Samanê neftê û dahatê wê milkê hemû îraqiyan e. Herêma Kurdistanê li gor qanûna neft û qazê ya herêma Kurdistanê ku bi dastûra Îraqê ra mitabiqe, tevdigere.
Divê Şehristanî dev ji çêkirina van tometên nerast berde û li cêyê wê ji bo pesindkirina qanûna patrol û gazê ya Îraqê bixebite. Ji bo rêgirtin li hinartina neftê bi rêyên ne meşru li deverên din yên Îraqê kar bike.
Divê Şehrestanî îtîrafê bi wê yekê bike kul i herêma Kurdistanê atmosferekî baş ji bo pirensîpên demokrasiyê, şefafiyê û hikûmdariyê heye. Ew atmosferê li herêma Kurdistanê dikare geşbûn û pêşketinê bidest ve bîne û siyaseteteke serketî di warê birêvebirina aboriya welêt de pêkbîne. Di demkê de ew, atmosferekî teror û milmilana tayîfegerî berhem tîne û hevdeme digel siyaseta nedirusta aborî û hizrên neserketiyên warê birêvebirina dosyeya neft û gazê tevdigere. Ew jîngeh arîeş li dûv arîşeyê bi xwe re tîne, nikare xizmetên esasî pêşkeşî hevwelatiyan bike, zirarê digihîne berjewendiyên gel û mecal ji bo li sînorderbazkirin û pirt û belavkirina samanê giştî dixolqîne. Li şûna pêşeroja Îraqê û berjewendiyên gelê wê , bi tenê giringiyê bi berjewendiyên berteng û yên kesî dide.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi piştevaniya serokê herêma Kurdistanê peywendî bi karûbarên hemû Îraqê, samanê giştî, berjeweniyên gelê Îraqê û pêşketin û berevpêşveçûnê heye û dikare wê mînakê jî pêşkeş bike ku li herêma Kurdistanê tecrûbeyeke pêşng heye ku sertaserî Îraqê fêdey jê werbigire.
Nuha jî hikûmeta herêma Kurdistanê mijûlî ragehandina wan pêngava ye yên ku bi serperiştiya serokê herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li derbaskirina samanên niştimanî hatîne wergirtin. Ew jî çend pêmgavek in ku digel yasayên navdewletî û destûra Îraqê federe minasibin û rê li pêşiya bazirganên neşeriî tê girtin.
Siyaseta Şehristanê zirar gihandiye berjewendiyên Îraqê, aboriya niştimanî, sektora taybet û bi taybetî sektora neftê. Îraqiyên li naverast û bşûrê Îraqê heqin pirsiyara qazanc û berhemê wê siyaseta şehristanî bikin, di demekê de ku xelkê wan deveran ji ber hejariyê, bêkariyê, nebûn xizmetgozariyên giştî û nebûna karebê dinalin.