Îraqî hawara xwe digihînin Axtapot Paul
Ev zêdetir ji çar mehane Îraq di kirîza bê serokwezîrtiyê de dijî. Di roja 7ê adara îsal li sertaserî Îraqê û herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Îraqa federa hatin kirin. Ji wê rojê û het bigihîje îro alî û qewareyên siyasiyên Îraqê yên ku di hilbijartinan de serketine mijûlî pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ne. Lê hêşta alî û terefênsiyasiyên îraqî nikarîne li ser posta serokwezîritiyê li hev bikin.
Posta serokwezîrtiya Îraqê di navbera Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye û Nurî Malkî serokê lîsteya dewleta qanûnê xetimiye.
Jo bona ku Îraq ji vê kirîzê derkeve, xelkê îraqê daxaz dikin ku Axtapot Paul biçe Îraqê û serokwezîrekî ji bo îraqiyan hilibijêre.
Weke tê zanîn Axtapot Paul di dema şampiyoniya cîhanî ya 2010ê de, çend pêşbînî kirin ka kîjan taxima fûtbola kîjan dewletê biserkeve. Hemû pêşbîniyên Axtapot Paul rast derketin.