Polîtîk

Serok Barzanî ji bo bûyera Soma mesajek da

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta xemgîna karesata şewata hotêl Soma ya li bajarê silêmniyê, daxaz kir ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin da di paşerojê de bûyerên bi vî awayî dubare nebin.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi dax û kovaneke mezin ve me nûçeya agirketina şeva derbasbûyî ya hotêl Soma ya bajarê Silêmanî ku di encama wê bûyera xemgîn de bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de hejmarek xelkên biyanî jî hene, bihîst. Ji bo vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dikim û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim.

Her wiha destxweşiyê li karmendên hawarçûnê û bi awayekî giştî tevaya sazî û hevwelatiyên dilsozên bajarê Silêmanî ku, ji bona dihawarçûn û rizgarkirina wan hevwelatiyên li nav hotêla navbihurî asê bibûn, ya ji destê wan hatiye kirin, dikim. Lê belê wiha diyare karesat di wê yekê daye ku gelek cihên giştiyên wekî hotêl, hol û apartmanan di dema avadankirinê de hemû pêdviyatî û şertên xweparastin û liberçavgirtina rûdawên bi vî awayî nehatine dabîn kirin, ji bo wê yekê dibe ku polîsê hawarçûnê nekarin bi tevahî kontrola bûyerên mezinên bi vî awayî bike.

Me, ji bo şopndina rûdawê birêz Dr Berhem Ehmed Saleh serokê hikûmeta Kurdistanê raspard ku serdana birîndaran û cîyê bûyerê bike. Ji bo rêgirtina li rûdana karesatên bi vî awayî di paşarojê de me, hikûmet radispard ku ji wezaret û saziyên pêwendîdar lîjneyekî taybet pêkbîne ji bo berçavderbaskirina selametiya sercem wan cihên giştiyên ku me behs kir û her ciheke dinên giştî, da ku van şîret û rênîşanderan di paşarojê de bikin mercên bingehîn bo binyatnana her avahî û hotêl û cihên giştiyên din li herêma Kurdistanê.
 
Her wiha hikûmeta herêma Kurdistanê radispêrim ku hemû hewldanan ji bo hinartina termên wan hevwelatiyên biyanî yên ku di wê rûdawê da jiyana xwe ji dest dane bo welatê wan bikin û saziyên tendirustiyê giringiyeke timam bidin birîndarên bûyerê da ku bi lez çaerser bibin.

Careke din serxweşî li kesukarê qurbaniyên rûdawa xemgîn ya hotêl Soma dikim û dam û dezgehên pêwendîdaran jî radispêrim ezmûnê li van rûdawên cergbir wergirin û kar ji bo dubare nebûna wan bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
16.07.2010

Back to top button