Cîhan

HRW: Beşar Esed sozên xwe bi cî neanîn

Rêxistina parastina mafê mirovî ya navdewletî HRW di rapora xwe de ku doh roja îniyê weşandiye dibêje ku Beşar Esed serokê Suriyê ji bo baştirkirina rewşa mafê mirovî li Suriyê tiştekî baş nekiriye.

Rêxistina HRW ku baregayê wê yê serke li New Yorkê ye, di rapora xwe de dinivîse: Beşar Esedê serokê Suriyê beriya 10 sala dema piştî mirina bavê xwe hatiye ser hukim gelek soz dabûn ku dê reformêm siyasî li Suriyê bike, lê sozên xwe bi cî neanîn.

Berpirsa Rojhilata Navîn ya rêxistina parastina mafê mirovî dibêje: Eger Beşar Esed hez kirbe reforman bike û mihafizkaran lê rê girtibe, yan ew bixwe weke her hakimekê din yê ereb hez nake guh bide rexeyan, ji bo hevwelatiyê surî encam yeke, ew jî nebûna azadiyê û ê parbûn ji mafan e.

HRW di berdewamiya rapora xwe de dinivîse kul i Suriyê hevwelatî bêy fermana hakim tên binîavkirin û îşkncedan. Li Suriyê gelek malperên internetê qedexene, weke malpera Facebook û hindekên din.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button