Polîtîk

Divê kurd li vî nerxî xwedî derkevin

Dr. Îsmail Başikçî cardin ji bo dîtinên xwe di derbarê pirsa kurd de, ji bo nivîsek ji hezaran nivîsên xwe ji bo pişgirîya pirsa kurd, li Stanbulê di dedgeha cezayê giran de tê dadgehkirin. Mamusta Beşîkçî 28-ê temuzê li Stanbulê dê derkeve himberê dadgehê. Di rastiya xwe de dema Beşîkçî derdikeve himber dadgeha, dadwer bi xwe gelek caran şermê ji xwe dikin ku, çewe dikarin kesayetek wek Beşikçî ji bo nivîsên wî mehkeme bikin.Lê mixabin ev rastiyek ya nijadperestiya dewleta Tirk e.  Ji xwe Beşîkçî dehên salan ji bo van dîtinîn xwe, ji bo nivîsandinên xwe di zîndanan de maye û tu caran gazind ji rewşa xwe nekiriye.

Îro li Tirkiye prosesek taybet heye. Di vê prosesêde dadgehkirina Beşikçî gelek nexweşe û dive bi hemi awayî ev helwesta dewletê li himber mamusta Beşikçî were şermezar kirin. Divê pişgiriyek girsehî ji bo Beşikçî were kirin. Roja 28-ê temuzê li Stanbulê dive Beşikçî ne tenê be. Bila dadwer û dewlet jî bibîne ku kurd vî hejayî nahêlin tenê û lê xwedî derdikevin.

Nûçe-Rojevakurd

Back to top button