Kultur
Parêzerê Colemêrgê behsa çewtiyên dewletê kir
Konferansa “ Di sedsala 21-ê derojên ziman û wejeya kurd“ li zangoha çolemêrgê hatê çêkirin. Gelek akademisyên,rewşenbîr û siyasetmedar di vê konferansê de amade bûn û axavtin kirin. Yek ji wan jî waliyê Colemêrgê Muamer Turker bû. Turker di axavtina xwe de got, eger me heyina kurdan inkar nekira, ziman û çanda kurda qebûl bikiran û rastiya kurdan bidîta dê îro ev nexweşiyên tên jiyandin tunebûne.
Berdewambûna axaftina xwe de Turker got: “ Berê gelek çewtî hatine kirin, em gerek li wan çewtiyan nesekinin û li pêşiya xwe binêrin da ku em bikaribin bi hevre pêşerojek ronî biafirînin.“