Polîtîk

Li Silêmaniyê çend bûyerên dûr ji canê demokrasiyê

Duhî êvarê li Silêmaniyê, Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê di gel komîteya parastina rewşa emnî li bajarê Silêmaniyê civiya.

Di civînê de, li hember parastina emin û aramiya parêzgeha Silêmaniyê, serokê hikûmetê destxweşî li hêzên asayîşa navxweya herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste atmosferekê aram û minasib bo kampaniyaya hilbijartinan pêkbînin da ku hilbijartin di jîngeheke aram de û bi  awayekê şaristanî, azad, şefaf û rêzdirtin li qanûn û peyrewkirina rênîşanderên komsiyona bala  a serbixwe a hilbijartinan birêve biçin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got: ” Di çend şevên borî de çend bûyerkên dûr ji canê minafeseya demokrasî li Silêmaniyê çêbûn. Her çiqas me dîtin û baweriyên siyasiyên cihê jî hebin, divê em hemû li ser parastin û aramiya kampaniyaya hilbijartinan yekdeng bin, çunkî hilbijartin cejna azadî û demokrasiyê ye, ne derfeteke bo rijandina kînê û dijminkariyê. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna atmosferekî minasib û rewşeke azad û pirî xweşî dixebite. Ew kesên têkdana aramiyê dikin, pêwîste li gor qanênê bên ceza kirin.

Back to top button