Li Sêrtê panela roja zimanê dayikê
Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi çalakiyên cewaz tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurditanê, bajarê Sêrtê jî gavek pir bi wate tê avêtin û li ser pirsê panelek mezin lidar dikeve.
21 sibatê ji bo gelek welatan ji awira nirx û cihê zimanê dayikê ve rojek taybetî û giring e. Di 21 ê sibatê de li gelek deveran pirsa zimanê dayikê dibe cihê niqaşan û çalakî pêk tên. Li bajarê Sêrtê jî, şaredariya bajêr û niwêneriya Egitim-sen ya Sêrtê bi hev re panelekî organîze dikin. Mijara panelê “Cî û giringiya zimanê dayikê” ye.
Panel di 21 sibatê li salona Şaredariya Sêrtê, saet 14.oo an pêk tê. Rojnamevan nivîskar Evdile Koçer û lêkolînêr Evdile Gurgen di panelê de li ser nirx û cihê zimanê dayikê û rewşa zimanê Kurdî dê kûr bibin. Moderatoriyê panelê ji aliyê rojnamevan nivîskar Izzettin Oktay ve tê kirin.
Şaredariya Sêrtê li ser pirsê dîtina xwe wisa anî zimên: Di panelê de mijarek pir giring tê niqaşkirin. Panel û mijara wê dê şahiya li bajêr geştir bike.
EuroKurd News – eurokurd.net